Rewşa xelkê Kirmanşanê ji ber erdhejê xirabtir dibe

Serpêla Zehaw û navçeyên rojavayê parêzgeha Kirmanşanê li Rojhilatê Kurdistanê ji ber erdheja mezin ya roja 12 Mijdarê gelek ziyan dîtin. Li gor amarên fermî nêzîkî hezar kesî canê xwe jidest dan û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serpêla Zehaw û navçeyên rojavayê parêzgeha Kirmanşanê li Rojhilatê Kurdistanê ji ber erdheja mezin ya roja 12 Mijdarê gelek ziyan dîtin. Li gor amarên fermî nêzîkî hezar kesî canê xwe jidest dan û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn.

Ji ber erdheja ku pileya tundiya wê 7.3 Richter (Rîxter) bû, piraniya xanî û avahiyên devera Serpêla Zehaw û navçeyên derdora wê rûxiyan û yên mane jî ji bo jiyan û nişticihbûna welatiyan nabin û xel di bin çadir û konan de dijîn.

Welatiyên wan navçeyan giliyê li desthilatdarên Îranê dikin, ku ji destpêka erdhejê ve wek pêwîst bi alîkariya qurbanî û mexdoran nehatine, ji bilî wê jî rê li ber welatên din girtine ji bo gihandina alîkariyan ji xelkê ku ziyan gihêştinê û koçber bûne re.

Niha ku şepoleke baranê li navçê dibare, ew xelkê di nava kon û çadiran de dijîn, rewşa wan gelekî xirab bûye û di nava heriyê de asê mane.

Li gor çend wêneyên ku taybet in bi K24ê, îro 22 Mijdarê li Serpêla Zehaw hatine girtin, welatî di nava heriyê de mane û ji bo ku lehî neçe nava konên wan, berbestên ji bilok dirust dikin.

Zarok jî di rewşeke bi êş û azar de ne û nizanin kengî ji wê rewşê rizgar bibin û desthilatdarên navçeyên wan girîngiyeke cidî bi rewşa wan bidin.

Ji roja 12ê Mijdarê ve û ta niha bi sedan erdhejên din yên siviktir li navçê rû dane û xelk newêrin vegerin nava xaniyên xwe yên bi erdê re rast bûne.