YPG: Bi armanca rizgarkirina bêhtir têdikoşin
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya sakvegera êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve daxuyaneiyek ji raya giştî re belav kir û ragihand, “Bi armanca rizgarkirina Efrînê û gelê xwe emê ji her demê bêhtir sekna xwe ya berxwedêr li hember dagîrkeriya dewleta Tirkiyê derxin holê.”
Fermandariya Giştî ya YPGê di daxuyaniya xwe de got: “Dewleta Tirk li hember xaka Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê plangeriyên êrîşan daye pêş xwe û di 20’ê Çileya 2018’an de, bi tevkariya hêzên ku çavên xwe li hember êrîşan girtin, êrîşên xwe dan destpêkirin.”
Tê daxuyaniyê de hat jî, “Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li Efrînê bi her awayî binpêkirinên mafên mirovî, paqijiya etnîk û bi awayekî sîstematîk talankirina dewlemendiyên bajar û gel dike.”
Li dawiyê daxuyanî dibêje, “Em weke YPG û YPJ bi armanca rizgarkirina Efrînê û gelê xwe emê ji her demê bêhtir sekna xwe ya berxwedêr li hember dagîrkeriya dewleta Tirkiyê derxin holê.”
S. B