Li Kerkûkê êrîş li hêzên ewlehiyê yên Iraqê hate kirin

Îşev, li taxa Tepe ya Kerkûkê çend kesên nenaskirî êrîşî hêza Altonî (Firqeya Zêrîn) ya ser bi artêşa Iraqê ve kirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Îşev, li taxa Tepe ya Kerkûkê çend kesên nenaskirî êrîşî hêza Altonî (Firqeya Zêrîn) ya ser bi artêşa Iraqê ve kirin.

Li gor çalakvanên Kurd li tûra pêwendiyên civakî û rûpelên xwebexşên bajarê Kerkûkê belav kirine, Îşev, li taxa Tepe ya Kerkûkê li nêzîkî baregeha Partiya Şiyoî ya Kurdistanê çend kesên nenaskirî teqe li hêza Altonî (Firqeya Zêrîn) ya ser bi artêşa Iraqê ve kirin.

Belav kirin jî, piştî wê bûyerê hêzên ewlehiyê yên Iraqê teqeyeke zor kirin û bi ser mal û welatiyên taxên nêzîkî wê bûyerê de reşandin kirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê ku ji hin jêderên taybet ji bajarê Kerkûkê wergirtine, bûyer li nêzîkî pira Xebat û taxa Îskan yên bajarê Kerkûkê rû daye.

Herwiha li gor zanyariyan, ziyanên canî di nava hêzên ewlehiyê yên Iraqê de jî hene.