Perlemanterê Kurdistanê Celal Perîşan bi piskilêt diçe Perleman

Îro yekem rûniştina gera pêncem a Perlemana Kurdistanê birêve diçe û di wê çarçoveyê de, Celal Perîşan ku li ser lîsta PDKê bûye perlemanter, soza xwe ya ku di bangeşeya hilbijartinan de dabû, bicî kir û bi piskilêt çû Perleman.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro yekem rûniştina gera pêncem a Perlemana Kurdistanê birêve diçe û di wê çarçoveyê de, Celal Perîşan ku li ser lîsta PDKê bûye perlemanter, soza xwe ya ku di bangeşeya hilbijartinan de dabû, bicî kir û bi piskilêt çû Perleman.

Celal Perîşan, endamê lîsta PDKê ya Hewlêrê bû û di hilbijartinên Perleman de, piraniya dengan bidest xistibû, heya îro ew endamê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê bû. Vê sibehê li pêşya avahiya Encûmena Parêzgeha Hewlêrê, xatir ji hevkarên xwe xwest û bi piskilêtê xwe çû Perlemana Kurdistanê.

Perîşan sindoqek ji bo gilînameyan li ser piskilêtê xwe daniye, daku welatiyên Kurdistanê giliyên xwe bi riya sindoqa wî bigehînin Perlemana Kurdistanê.

Yekem gilîname jî, ji bo gera pêncem a Perlemana Kurdistanê, ji aliyê serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Elî Reşîd ve hat tomarkirin.

Li ser gilînameya xwe, Elî Reşîd ji Kurdistan24ê re ragihand, ku wî ji gera pêncem a Perlemana Kurdistanê xwestiye, yasaya jimare 3 ya sala 2009an, ya taybet bi Encûmenên Parêzgehên Herêma Kurdistanê rast bike.

Roja 30ê Êlûna derbasbûyî, hilbijartinên gera pêncem a Perlemana Kurdistanê hatin kirin û li gorî encamên fermî ku ji aliyê Komisyona Bilind a Serbixwe ji bo Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê hatiye ragihandin, hejmara kursiyên aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê, bi vî awayî ne:

PDK 45 kursî

YNK 21 kursî

Tevgera Goran 12 kursî

Nifşê Nû 8 kursî

Komela Islamî 7 kursî

Ber bi Islahê ve 5 kursî

Lîsta Azadî 1 kursî

Lîsta Serdem 1 kursî

N.O