Trump Îran û Tirkiyê dixe yek bereyê

Nirxê Lîreya Tirkî û Tomena Îranî li hember Dolara Amerîkî zêdetir dadikeve, Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê jî dibêje, ew bi Tirkiyê re ne li dijî sizayên Amerîka.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nirxê Lîreya Tirkî û Tomena Îranî li hember Dolara Amerîkî zêdetir dadikeve, Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê jî dibêje, ew bi Tirkiyê re ne li dijî sizayên Amerîka.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ji telefizyona fermî ya Îranê re ragihand, Tirkiye û gelê Tirk li hember fişarên derveyî dikarin biser bikevin. Îranê bi Tirkiyê re ye li dijî sizayên Amerîka.

Behram Qasimî got jî: “Îradeya gelen bi gef û stemê nayê guhartin.”

Amaje bi wê jî da, divê welatên ku cîranê Îranê ne hest bi wê bikin, ku Îran bi wan re ye û divê hevkarî di navbera wan welatên cîran de hebe.

Di çend rojên bûrî de û ji ber gefên Serokê Amerîka Donald Trump û spandina sizayan li ser 2 wezîrên Tirkiyê û bilindkirina baca li  li ser aluminyûm û pola ji Tirkiye, nirxê Lîreya Tirkî li hember Dolara Amerîkî bi awayekî mezin daket.

Girjî û aloziya di navebara Amerîka û Tirkiyê de ji ber wê yekê hat, Enqerê keşeyekî Amerîkî bi tometa hevkariya terorê û hebûna pêwendiya wî bi grûpa Gulen re desteser kiriye.

Îran jî wek Tirkiyê ji ber dorpêça Amerîkî bihaya pereyên wî jî zêdetir dadikeve û rewşa aborî û jiyana xelkê xiratbtir dibe, ewê ku Tirkiye û Îranê niha ji hev nêzîk dike jî, dorpêça Amerîkayê ye.

Serokê Amerîka Donald Trump roja 7ê Tîrmehê sizayên li ser Îranê îmze kir û roja 7ê Tebaxê jî beşê yekem ji sizayan xiste warê cibicîkirinê.

 

S. B