Demîrtaş ji ber 2 dosyan derdikeve pêş dadgehê
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahetîn Demîrtaş li Enqerê bê pêşberî dadgehê.
Li gor zanyariyên Hevserokê HDPê yê zîndankirî Selahetîn Demîrtaş ji ber du dosyan li pêş dadgehê amade bibe û biaxive.
Dosya yekem li ser hilbijartinên 2015an dibe, ku tê gotin Demîrtaş bêrêzî li hember Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê kiriye.Dosya duyem jî, bi sivikîkirin bi dewlet û hikûmeta Tirkiyê tê tometbarkirin.
Roja 12 vê mehê ji bo yekem car Hevserokê HDPê yê zîndankirî Selahetîn Demîrtaş li Stenbolê çû pêş dadgehê.
Hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di 4 Mijdara 2016an de ligel 11 parlemantên wê partiyê bi tometa hevkarî û bangeşeya ji bo PKKê hatibûn destserkirin.