PKK û Dîroka Xwekuştinê

Grevên birçîbûnê bi xwekuştinan gihîştin asteke nû. Girtiyên bi navê Zulkuf Guven, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar, di zîndanên cuda de dawî li jiyana xwe anîn. Leyla Guven bang li çalakan dike ku xwe nekujin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven beriya 140 rojan bi daxwaza rakirina goşegîriya ser Ebdula Ocalan, di zîndana Diyarbekirê de dest  bi greva birçîbûnê kir. Leya Guven piştî berdanê jî, çalakiya xwe li mala xwe berdewam dike. Tevî Guven, greva birçîbûna hezaran kesan ku bi endamtiya PKK tên tometbarkirin berdewam dike.

Grevên birçîbûnê bi xwekuştinan gihîştin asteke nû. Girtiyên bi navê Zulkuf Guven, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar, di zîndanên cuda de dawî li jiyana xwe anîn. Leyla Guven bang li çalakan dike ku xwe nekujin.

Gelo di dîroka PKKê de xwe kuştin û xweşewitandin çawa ye, çima wek çalakiyek tê nirxandin, kevneşopiya vê çi ye?

Li Tirkiyeyê, bi Derbeya 12'ê Îlona 1980ê sedhezaran, kes hatin zîndanîkirin û sedan kes hatin kuştin. Endam û rêveberên partiyên yasayî û neyasayî hatin girtin, hin jî revîn derveyî Tirkiyeyê. Derbekaran, piştî bêdengkirina civakê berê xwe da zîndanan û di serî de Zîndana Diyarbekirê ku hezaran girtiyên siyasî yên kurd tê de bûn.

Rojnameya Times, zîndana Diyarbekirê di nav 10 zîndanên herî xerap yên cîhanê de binav dike ku Sala 1981'ê bi armanca dawîanîna êşkenceyê, girtiyên di zîndanê de mercên îdareyê qebûl kirin. Lê, kiryarên dij mirovî û şikandina îrade û miroviyê zêde bûn.

Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Mazlum Dogan, di Newroza 1982 de dawî li jiyana xwe tîne. Dogan di peyama xwe de got, desthilata faşîst canê wan hember wan bikar tîne û ewê canê xwe bidin da ku bikaribin rûmeta xwe rizgar bikin.

Piştî Mazlum Dogan, 4 rêveber û endamên PKKê, Ferhat Kurtay, Mehmûd Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner, 18'ê Gulana 1982ê xwe şewitandin. Rêveberên PKKê ku di zîndanê de ne, 14'ê Tîrmeha 1982ê dest bi greva birçîbûn û rojiya mirinê kirin Piştê du mehan, endamên Komîteya Navendiya PKKê Mihemed Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek canê xwe ji dest dan. Çalakî û berxwedana Zîndana Diyarbekirê, di asta cihanê de deng veda.

Pêla duyemîn ya xwekuştin û şewitandinê deh sal piştî vê di Newroza 1982 de dest pê kir. Xwendekara Zanîngeha Dîcle ya Kolêja Tipê Zekiya Alkan, Newroza 1982 li ser Kela Diyarbekirê bi diruşma "Bimre dagîrkerî û mêtingerî û Bijî Kurdistan" agir berda xwe. Cudahiya çalakiya Zekiya Alkan ev bû ku, endama PKKê nebû, sivîl bû. Rojek piştî wê jî Rahşan Demîrel xwe li Îzmîrê şewitand, du sal jî piştre li Ewropayê, kadroyên PKKê Ronahî û Bêrîvanê xwe şewitandin.

Pêla Sêyemîn xwe şewitandin û xwekuştinê Cotmeha 1998ê destpê kir ku, Rêberê PKKê Ebdula Ocalan ser fişar û zextên Tirkiye ji Sûriyê derket. PKK wek destpêka komployeke navnetewî binav kir.

Piştî derketina Ocalan, di zîndanên de girtî û kadroyên PKKê dest bi xweşewitandinê kirin. Li Moskowê jî du kadroyên PKKê li pêş Meclîsa Duma ya Rûsya xwe şewitandin. Xweşewitandin, piştî girtina Ocalan ya 15 Sibata 1999ê jî berdewam kir. Li gor agahiyan di vê demê de 70 kesan zêdetir xwe şewitandin û dawî li jiyana xwe anîn.

PKK, piştî agirbesta çar salan ya heta 2004, her cure çalakî û xwekuştin qedexe kir û soz da ku pabendê peymanên navnetewî dimîne. Lê xwekuştin dawî nehatin û di her salvegereke 15'ê Sibatê de, kadroyeke PKKê yan li zînadn, yan li Ewropa û Çiya xwe şewitandinê ku yek ji wan jî Endama Komîteya Navendî ya PKKê Viyan Soran e ku Sibata 2006 dawî li jiyana xwe anî.

Ebdula Ocalan bist salan zêdetir e di zîndana Îmraliyê de ye. Derveyî çend salan, her goşegîrî her li ser e. Siyasetmedar dibêjin, desthilat rewşa Ocalan bo armancên xwe bikar tîne ku dema bixwaze tund dike caran jî sist dike.

Kesayetiyê Kurd Tarik Ziya Ekîncî bang li Leyla Guven kir ku cihê wê parlamento ye û nabe parlamenterek partiyeke yasayî ji bo rewşa Ocalan dest bi grevê bike. Her weha gelek alî jî mirinan wek berpirsiyariya desthilatê bibînin jî, daxwaz dikin careke zûtir çalakî encam bibe û pêşiya mirinan were girtin.

 

 

C.B