Barzanî destpêka qonaxeke nû ragihand

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê birêveçûna proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir û ragihand, “Çi rojeke xweştir, mezintir û pîroztir e, ku mirov serkeftina îradeya gelê xwe bo diyarkirina mafê çarenivîsa xwe bi azadî rabigihîne.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê birêveçûna proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir û ragihand, “Çi rojeke xweştir, mezintir û pîroztir e, ku mirov serkeftina îradeya gelê xwe bo diyarkirina mafê çarenivîsa xwe bi azadî rabigihîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ew serkeftin li kesûkarên şehîdên serbilind û Pêşmergeyên Qehreman pîroz kir û got: “Dilniya me niha giyanên şehîdan asûde ne û dizanin ev serkeftina mezin di saya xwîna wan de hatiye.”

Barzanî spasiya jer kesekî kir, ku wek cejnê çûn ser sindoqên dengdanê û îradeya gelê Kurdistanê nîşanî cîhanê da. Herwiha spasiya Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê û hêzên navxweyî kir, ku bi şevê xew nekirin, ji bo serkeftina vê proseyê.

Serok Barzanî spasiyek taybet arasteyî xelkê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê kir, ku bi gemî beşdarî referandûmê bûn. Herwiha spasiyeke taybet jî ji bo revendên Kurdistanî li derveyî welat kir, ku rola wan a  bi bandor hebû di piştevanîkirina referandûmê de. Barzanî spasiya Encûmena Bilind a Referandûmê û Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de amaje bi wê kir, biryara referandûmê ne tawan e û ne li dijî belgenameyeke navdewletî ye. Herwiha amaje bi destûra Iraqê kir ku ew bend rê dide Herêma Kurdistanê referandûmê bike, ji ber ku hikûmeta Bexdayê pabendî wê destûrê nebû.

Serok Barzanî amaje bi qonaxa piştî sala 2003an kir, ku li ser binemaya yekgirtina bi arazûmendî û hevpariyê çûn Bexdayê ev yek di destûra 2005an de hat pesend kirin, lê her dem Bexdayê destûr binpê kir û hevparî qebûl nekir, gelê Kurdistanê jî biryar di 25ê Îlonê de da û çû qonaxeke nû ku cudatir e ji ya berê.

Barzanî tekez kir, “Me her tiştek kir ji bo parastina pêkvejiyanê û yekperçeyîya Iraqê, lê Bexdayê pêkvejiyan qebûl nekir û gelê Kurdistanê neçar kir ku biryarekê bide, ku pêwîst bû ji zû de ew biryar daba.”

Serokê Herêma Kuristanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, bi cidî û hêminî xwendinekê ji bo dîroka pêwendiyan bike, ku çi bi ser Kurd anîn. Tevî wê jî ew çûn Bexdayê, lê mafên gelê Kurd ên bingehîn wek pêwîst wernegirtin. Rola Kurdistanê a girîng di damezrandina Iraq nû de hebû, lê her dem Iraqê rêkeftin û peyman têk dan.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Pêwîst e bi zimanê torebûn û gefê nake û giliyê li xwe bikin. We bi kirdarî û siyaseta xwe ji me re got, hûn me naxwazin û dengê bilind we got hevpeymaniya Kurd û Şîe nema.”

Herwiha Barzanî got jî: “Rêzê li îradeya gelê Kurdistanê bigirin. Ma rewa ye dengê milyonan mirov bi ne rewa bizanin? Ev bîr dûr e ji mentiq û hişmendiyê? Her gelek rewatiyê bi biryara xwe dide, ne ku ji xelkekî din.”

Barzanî got: “Ev referandûm ne ji bo ferzkirina emir waqi bûye û ne jî bo diyarkirina sînor, lê ji bo gelê Kurdistanê bi awayekî demokrasî û aştiyane raya xwe derbarê çarenivîsa xwe de bide.”

Herwiha got: “Careke din ji we dixwazim werin bi guftûgo pirsgirêkan çareser bikin. Daxwaz ji birêz Heyder Ebadî û hemû hêz û aliyên Iraqî dikim, ewên baweriya wan bi guftûgo heye, deriyê guftûgoyê nagirin, ji ber ku tenê diyalog û guftûgoyê çareserî ye.”

Derbarê welatên cîran de, Barzanî got: “Em nexwazin bi ti awayekî girift bên pêş. Baştir e ew hevkar bin û rola erênî ji bo çareserkirina giriftan di navbera Hewlêr û Bexdayê de bigirin û guh li herêmê bigirin. Ev riya rastî ye, ne gef û gefxwarin. Ev 25 sal in me çespandiye ku ne fakterê gefê ne, belkû fakterê ewlehî û aramiyê ne. em her dem rola Îran û Tirkiyê bilind dinirxînin di dema mişextiya mezin ya gelê Kurdistanê û herwiha kîmyabaran û enfalkirina Kurdistanê de. Tekez dikim, ku tenê jihevtêgihêştin û guftûgo riya rast e ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ne gef û zimanê zibir. Herwiha li berdewamiya pêwendiyên dostane di navbera me jî tekez dikim.”

Ji bo civaka navdewletî jî, Barzanî got: “Civaka navdewletî dilniya dikin ku em ji niha ve amade ne guftûgoyên cidî bo çareserkirina pirsgirêkan ligel Bexdayê bikin û tekez dikin ku me bijardeya aştiyê ligel her aliyekî hilbijartiye. Tekez li wê dikin ku beşeke bi bandor dimînin di nava Hevpeymaniya Navdewletî de bo şerê li dijî terorê û derbarê koçberên ku niha li Herêma Kurdistanê ne de jî, koçber xwişk û birayên me ne û Kurdistan mala wan e û ji her demekê zêdetir parastî dibin, heta dema vedigerin navçeyên xwe.”