"Îran ji tirsa şer li gel welatên mezin, milîsên xwe zêde dike"

Mihsin Sazgara: Wê Amerîka guvaşên li ser Supaya Pasdaran bêtir bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnamevan û çalakvanê siyasî Îranî Mihsin Sazgara, ku roleke wî ya giring di damezirandina Supaya Pasdaran de hebû, dide xuyakirin ku Amerîka wê guvaşên li ser Supaya Pasdaran bêtir bike.

Sazgara diyar kir, ku Îran derbarê belavbûna hin dêkomêntên hewalgiriya Amerîka dilgiran bûye, ku di wan dêkomêntan de pêwendiyên Îranê bi rêxistinên tîrorîstî re û bi taybet rêxistina Qaîdê re hatine eşkerekirin.

Navhatî dibêje: Supaya Pasdaran ji tirsa şer li dijî welatên mezin yên cîhanê û welatên navşeyê, dest bi pêkanîna milîsan li nav welatên Rojhilata Navîn kiriye.

Berî niha jî, Kongirêsa Amerîka çend milîsên ser bi Îranê ve, xiste nav lîsta terorê de û ji serokê Amerîka Donald Trump hat xwestin, ku di nava 90 rojan de wan milîsan jinav bibe.