Şandeke PDK li Enqerê beşdarî kongirê giştî yê AKPê dibe
K24 - Navenda Nûçeyan.
Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi serokatiya serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, wê şeşemîn kongirê xwe li Enqerê lidar bixe û şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê jî, bi serokatiya Fadil Mîranî sikirtêrê polîtbîroya (PDK) beşdarî kongirê AKPê dibe.
Îro AKP kongirê xwe yê şeşemîn lidar dixe û Receb Teyib Erdogan take berbijarê serokatiya wê partiyê ye.
AKP vexwendina beşdariyê di kongir de ji hemû partiyên Tirkiyê re şandiye, lê tenê ji HDPê re neşandiye û ji aliyê xwe ve jî, IYI Partî biryar daye ku tevlî kongire nebe.
Li gorî zanyariyan, nêzîkî 400 mêvanên biyanî, 400 rêxistinên sivîl, 124 nûnerên dewletan, 70 rêxistinên navnetewî û 38 nûnerên partiyên siyasî yên biyanî wê beşdarî kongirê AKPê bibin.
Tê çaverêkirin di vî kongirî de, AKP rêveberiyeke nû hilbijêre û bêtirî nêvî ji rêvebirên niha wê bên guhertin.
Cîgirê serokê AKPê Mistefa Ataş diyar kir, ku 52 serokê dewletan ji bo kongir hatine vexwendin û got: Piştî axaftina Erdogan, wê nişkaveyek bê ragihandin û nameyek ji cîhanê re bê şandin.
N.O