Karayilan: Giringî ji biryara Amerîka ya li dijî 3 serkirdeyên PKKê re tine ye
K24 - Navenda Nûçeyan.
Endamê Desteya Rêvebir a PKKê Murad Karayilan ji ajanseke nêzîkî partiya xwe re ragihand, ku biryara Amerîka ya li dijî 3 serkirdeyên PKKê, ji bo wan bê wate ye û ne giring e.
Murad Karayilan diyar kir, ku biryara Amerîka berdewamiya pêvajoya radestkirina rêberê PKKê Ebdella Ocelan e û Amerîka dixwaze PKK jinav bibe, lê ew di vê bizavê de biser nakeve.
Karayilan eşkere kir, ku ti baskekî din ji PKKê re tine ye û PKK rêxistineke yekpar e û yek partî ye.
Berî niha bi 2 hefteyan Amerîka ji bo wergirtina zanyariyan û desteserkirina 3 serkirdeyên PKKê: Cemîl Bayik, Murad Karayilan û Duran Kalkan, 12 milyon Dolar wek xelat destnîşan kiribû.
N.O