Roja Sêşemê Perlemana Kurdistanê dicive
K24 - Navenda Nûçeyan
Biryar e roja Sêşema dahatî Perlemana Kurdistanê bicive.
Serokê firakisyona Partî Dîmukratî Kurdistan, Umêd Xoşnaw taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, biryar e Sêşemê Perlemana Kurdistan civîna xwe lidar bixe.
Zelal jî kir, civînê de gotûbêj li ser êrîşa Heşda Şeibî û artêşa Iraq li ser navçeyên Kurdistanî tên kirin û pirsa encamdana hilbijartinan jî wê bê behskirin.