Berbijarê CHPê ji bo serokatiya Tirkiyê amade ye bi Esed re bicive
K24 - Navenda Nûçeyan
Berbijarê CHPê yê serokatiya Tirkiyê Muharrem Înce, ragihand ku heger di hilbijartinan biser keve, ewê li gel serokê Sûryê Beşar Esed bicive.
Muharrem Înce ji ajasana Almanî DW beşê Tirkî re axivî.
Înce li ser pirsa gelo hûnê li gel Beşar Esed bicivin, wiha got: Çima li gel wî hevdîtinê nekim? Ma tiştekî wisa dibe. 4 Milyon welatiyên Sûriyê li Tirkiyê bin û balyozê Tirkiyê li Şamê nebe. Tiştekî wisa nabe.
Înce tekez kir, ku pêwîst e li gel Sûrya û Amerîka jî hevdîtin bên kirin.
N.O