Rûsya: Êrîşa Hevpeymanan li ser Sûryê sivkatî ye bi Putin

Balyozê Rûsya li Amerîka: Careke din em rastî bicîkirina sînaryoyan û gefan dibin, berî niha me hişyarî daye, ku ew kiryarana bê siza derbas nabin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1c474bc7-0f0e-4cdc-b1dc-e6c2c1ecf7c7/handren.ism/manifest

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro Şemiyê 14/4/2018 balyozê Rûsya li Washingtonê Anatoli Antonov ragihand, "Ew piroseya serbazî ya ku Amerîka bi beşdariya Hevpeymanên xwe li dijî Sûrya encam daye, wek sivkatî bi serokê Rûsya Vladimer Putin tê hejmartin û encamên xirab wê li pey xwe bîne".

Antonov di Twittekê de nivîsiye: "Careke din em rastî bicîkirina sînaryoyan û gefan dibin, berî niha me hişyarî daye, ku ew kiryarana bê siza derbas nabin".

Herwiha got: "Sivkatîkirin bi serokê Rûsya nayê qebûlkirin, Amerîka xwediya mezintirîn cibilxaneya çekên kîmawî ye li cîhanê, lewra ne titekî exlaqî ye ku welatên din yên cîhanê şermezar bike".

Ji aliyê xwe ve, Serokê Komîteya Karûbarên Derve di Perlemana Rûsya de ragihand, ku "Wezareta bergiriya Rûsya tekez kiriye, Amerîka û hevpeymanên wê, di wê êrîşê de, nêzîkî navçeyên bergiriya hêzên ezmanî yên Rûsî li Tertûs û Himêmîm nebûne".

Demjimêr 9ê şevê din bi dema Washington, 4ê sibehê bi dema Hewlêrê, firokeyên cengî yên Amerîka, Birîtanya û Frensa, sê armancên serekî û giring li Şama paytehta Sûrya bordûman kirin, armanca yekem bingeheke lêkolînên zansitî bû, ku wek bingeheke serekî ji çalakiyên berhemanîna çekên kîmawî tê hejmartin, herdu armancên din jî, embar û komgehên çekan û madeyên kîmawî serbazî bûn.

Wezareta bergiriya Amerîka zelal kir, ku hêzên wan sê bingehên taybet bi bernameya çekên kîmawî yên rêjîma Beşar Esed li derdora Şamê bordûman kirine û eşkere kir, ku ew bordûman pêncî xulekan berdewam kiriye.

Hevdem berpirsên Amerîkî eşkere kirin, di wê bordûmanê de, sed heya sed û bîst mûşekan hatine bikaranîn, herwiha firokeyên Mîrac yên Frensî û Tornando yên Birîtanî û B1 yên Amerîkî, li gel keştiya cengî ya Amerîkî ji Derya Sor ve, beşdarî di wê êrîşê de kirin.

Ji aliyê xwe ve, her yek ji Tirkiye, Keneda û Hevpeymana NATO piştevaniya xwe ji bo êrîşa hevbeş ya Amerîkî, Birîtanî û Frensî ragihandin.

N.O