HSDê krîzek di navbera Tirkiye û Fransayê de çê kir

Wezareta Derve ya Tirkiyê, Serokê Fransayê ji ber pêşwazîkirina li şanda HSDê, ew bi tundî şermezar kir û got: Macron dixwaze rêxistinên terorê rewa bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê, Serokê Fransayê ji ber pêşwazîkirina li şanda HSDê, ew bi tundî şermezar kir û got: Macron dixwaze rêxistinên terorê rewa bike.

Duhî şandeke HSDê li Parîsê bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiya û di civînê de Macron tekezî li ser piştevaniya HSDê û peydakirina armaniyê li bakurê Sûriyê kir.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy bersiva pirsên rojnamevanan da û got: “PYD û YPG rêxistinên terorê ne û baskên PKKê yên Sûriyê ne. Em helwesta Serokê Fransayê ji ber pêşwazîkirina şanda HSDê şermezar dikin.”

Aksoy got, Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi van helwestan dixwaze rêxistinên terorê rewa bike û da xuyakirin, ev gaveke şaş e û bi pêwendiyên hevpeymaniyê re nagunce.

Da xuyakirin, divê rêz li yekparçeyiya ax û yekîtiya siyasî ya Sûriyê bê girtin û Tirkiye ji bo ewlekariya xwe ya netewî çi pêwîst bibîne dê bicîh bîne.

 

S. B