CHP dêkomêntên derbarê meriv û zarokên Erdogan radestî dozgeriyê kir
K24 - Navenda Nûçeyan
Hefteya derbasbûyî serokê Partiya Gel a Komarî (CHP)ê Kemal Kiliçdaroglû derbarê zarok û merivên Erdogan, çendîn belge û dêkomênt eşker kiribû.
Li gorî wan belgeyan, zarok û merivên Erdogan bi melyonan dolar pere derxistine derveyî Tirkiyê.
Beramberî vê yekê jî, serdozgeriya komarî ya Enqerê lêprisîn da destpêkirin.