17 çekdarên DAIŞê di kemîneke Pêşmerge de hatin kuştin

Li devera Rebîe, 17 çekdarên DAIŞê ketin kemîneke hêza Pêşmerge, di encamê de tevahiya wan çekdaran hatin kuştin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li devera Rebîe, 17 çekdarên DAIŞê ketin kemîneke hêza Pêşmerge, di encamê de tevahiya wan çekdaran hatin kuştin.

Peyamnêrê K24ê ragihand, şeva borî hejmarek ji çekdarên DAIŞê xwastin çend kiryarên teroristî li sînorê Rebîe û Tileferê bikin, lê zanyariyên hewlgîriyê gihêştin destê Pêşmerge û hêza Leşkerê Roj a Zêravanî û hêzên Parastina Şingalê, ji ber wê çekdarên DAIŞê ketin kemîna Pêşmergeyên Roj û parastina Şingalê û tevahiya çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Got jî, hejmara çekdarên DAIŞê 17 çekdar bûn û bi otombîlekê xwastin êrîşa Pêşmerge bikin, piştî şerekî giran 17 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”

Peyamnêrê me amaje bi wê jî kir, piraniya wan çekdaran xelkê Bexda û Ncef in, yek ji çekdaran jî bi navê Ebû Newaf Şemerî bû û kembera teqîner li piştê bû.