Hevserokên nû yên TEV-DEMê ji K24ê re li ser jiyana xwe ya siyasî axivîn

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso û Zelal Ceger wek hevserokên nû yên TEV-DEMê hilbijart.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso û Zelal Ceger wek hevserokên nû yên TEV-DEMê  hilbijart.

TEV-DEM ku kongreya xwe ya sêyemîn bi amadebûna nêzîkî 500 endamî û hejmarek ji partî û rêxistinan li bajarokê Rimêlanê girê dide, îro Xerîb Hiso û Zelal Ceger li şûna Aldar Xelîl û Asya Ebdula wek hevserokên nû yên TEV-DEMê hilbijart.

Hevseroka nû ya TEV-DEMê Zelal Ceger di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re li ser jiyana xwe ya siyasî got: “Ez ji Dêrîka Hemko me. Ez 44 salî me. Di temenekî biçûk di min cihê xwe di siyasetê de girtiye. Di şoreşa rojava de jî roleke min ya çalak hebû bi taybet di TEV-DEMê û Kongra Star de. Kar û xebata min li Helebê, Efrîn û herêma Cizîrê hebûye. Asta min ya xwendinê jî ta astekê heye û têra min dike û di siyasetê de cihê xwe bigirim.”

Herwiha hevserokê nû yê TEV-DEMê Xerîb Hiso jî li ser jiyana xwe ya siyasî ji K24ê re wiha axivî: “Ez Xerîb Hiso ji Êzidiyên Efrînê me. Min di sala 1983an de dest bi karê welatparêziyê û rêxistinê kiriye. Xwendina min têra min heye. Ez di PYD û TEV-DEMê de xebitîme. 3 caran ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatime girtin û zîndan dîtiye di 2006, 2008 û 2011an de, ango dema tevgera Sûriyê dest pê kir, ez di zîndanê de bû. Ta îro min zêdetir karê dîplomasî kiriye. Kurekî min di nava YPGê de şervan e û hevjîna min jî Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan e û niha li Şehba ye.” 

Peyamnêrê K24ê Ekrem Salih da zanîn jî, Kongira TEV-DEMê hîna berdewam û dê di dawiya kongir de jî daxuyaniya dawiyê were derkirin.

 

S. B