Sê serkirdeyên Opozisyona Sûryê xwe ji Îtîlafê kişandin
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro her yek ji endamê Desteya Giştî Corc Sebra, Suhêr Etasî û serokê berê yê Îtîlafê Xalid Xoce xwe ji nav rêzên Îtîlafê kişandin.
Li gorî wan hersê endaman di daxuyaniyên xwe de gotine, ji ber ku Îtîlaf rêzê li biryaran nagire û pêbendî îradeya endaman û nerînên wan yên niştimanî nabe û karê wê ji rê derketiye û nema ew Îtîlafa berê ye, ku di sala 2012an de hatibû pêkanîn, ku wê demê helgira armanc û hêviyên şoreşê û yên gelê Sûryê bû, ji ber tevahiya wan sedeman, hersê serkirdeyên navhatî, biryar dane ku xwe ji nav rêzên Îtîlafê bikişînin.
N.O