Kujerê efserekî Pêşmerge hat desteserkirin

Rêvebirê Polîsa Parêzgeha Hewlêrê ragihand, efserekî Wezareta Pêşmerge ku şeva bûrî li navçeya Kesnezan a ser bi Hewlêrê ve hatibû kuştin, îro kujerê wî efserî hat desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Polîsa Parêzgeha Hewlêrê ragihand, efserekî Wezareta Pêşmerge ku şeva bûrî li navçeya Kesnezan a ser bi Hewlêrê ve hatibû kuştin, îro kujerê wî efserî hat desteserkirin.

Li gor daxuyaniyeke Polîsa Parêzgeha Hewlêrê ku li hejmara xwe ya tûra civakî belav kir, şeva bûrî Efserekî Wezareta Pêşmerge bi navê Osman Ebdula Kerîm li Kesnezan hat kuştin. Piştî bûyerê hêzên polîs û asayişê ve gihîştin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.

Li gor daxuyaniya polîs, piştî lêkolîn û lêgerînê, kujerê bi navê (H. M. B) xwe radestî wan hêzan kir û li gor madeya (406) ya sizadanê ya Iraqê lêkolîn û lêpirsînê dest pê kiriye.

Şeva bûrî, piştî derketina ji mizgefta Farûq ya navçeya Kesnezan, Muqedem Osman Ebdula Kerîm ji aliyê du kesan ve hat kuştin.

 

S. B