Esed: Welatên Rojava çareseriya siyasî asteng dikin

Serokê Sûriyê radighîne, hin welatên herêmî û rojavayî pêşveçûna çareya siyasî li wî welatî asteng dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê radighîne, hin welatên herêmî û rojavayî pêşveçûna çareya siyasî li wî welatî asteng dikin.

Îro şandeke Rûsyayê ku ji Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Aleksender Lavrentiêv û Cîgirê Wezîrê Derve yê wî welatî Sêrgey Verşînîn pêkhatibû seredana Sûriyê kir û digel Serokê wî welatî Beşar Esed civiya.

Di civînê de her dû aliyan prosesa avakirina Komîteya Destûrî gengeşe kirin. Esed jî ragihand, hin welatên herêmî û rojavayî bi berdewamî destwerdanê di çareseriya siyasî ya li Sûriyê de dikin, û ew yek dibe sedem, ku tu pêşveçûn di wê derbarê de, çênabin.

Ji aliyê xwe ve Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê encamên gera xwe ji bo hejmarek welatan bo Esed diyar kir, û tekez kir, Rûsya di tevgera xwe ya dîplomasî de dixwaze terorê jinav bibe, aramiyê vegerîne Sûriyê û yekîtî û serweriya wî welatî biparêze.

 

 

C.B