Bolton derkexistina Îranê ji Sûryê li gel berpirsên Israîlê gotûbêj dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkî John Bolton, serdana Israîlê kir û mijara derketina Îran ji Sûryê, li gel bepirsên Israîlî gotûbêj kir.
Rojnameya Haaretz a Israîlî ragihand, ku John Bolton îro serdana Tel Evivê dike û li gel serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu û wezîrê berevaniya Israîlê û hejmarek ji berpirsên din, civînan lidar dixe.
Ev yekem seredana Bolton e ji Israîlê re, ji dema ku postê xwe wergirtiye.
N.O