Artêşa Tirkiyê: Efrîn hat dorpêçkirin

Serokerkaniya Tirkiyê ragihand, navenda bajarê Efrînê hate dorpêçkirin. YPG jî dibêje, krîzeke mirovî li Efrînê rû daye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokerkaniya Tirkiyê ragihand, navenda bajarê Efrînê hate dorpêçkirin. YPG jî dibêje, krîzeke mirovî li Efrînê rû daye.

Serokerkaniya Tirkiyeyê di derbarê operasyona Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn, deverên krtîtîk û girîng yên Efrînê hatine kontrol kirin û ji duh 12ê Adarê ve navenda bajarê Efrînê hatiye dorpêçkirin.

Ev yek di demekê de ye, duh Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ji K24ê re ragihand, artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve ji aliyê eniya navçeya Şera ve ew bi 2 K.M nêzîkî bajarê Efrînê bûne û wan xwe ji şerê kolanan re amade kirine.  

Birûsk Heseke amaje bi wê jî kir, dora yek milyon welatî niha li bajarê Efrînê dimînin û krîzeke mirovî li wî bajarî çê bûye, bi taybet piştî ku artêşa Tirkiyê ava vexwarinê, hêlên pêwendiyê, pêwîstiyên bijîşkî û sotemeniyê li ser bajêr biriye.

Operasyona wan di roja xwe ya 53emîn de hem ji aliyê esmanî û hem ji aliyê bejahî ve berdewam dike. Bi dorpêçkirina artêşa Tirkiyê ji navenda bajarê Efrînê re, jiyana yek milyon welatiyên sivîl dikeve metrisiyê.

Li gor Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê jî, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê ve ji zêdetir ji 230 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 668 sivîlên din jî birîndar bûne.

 

S. B