Heşda Şebî li Kerkûkê çi dike?

K24 – Navenda Nûçeyan

Heşda Şe'bî  dû lîwayên serbazî bi çekên qûrs li gundê Beşîr ê Turkmenan li başûrê Kerkûkê  bicîh kirin e û berpirsek Heşda Şe'bî jî behsa wê yekê dike, hatina wê hêzê bo şerê Hewîce ye. Ev yek jî, di demekê de ye ku hikumeta 'Iraqê şerê Hewîce bi paşxistiye û tevayiya hêzên Iraqî ber bi bajarokê  Tele'ferê ve diçin.

Lê Heşda Şe'bî berê xwe daye başûrê Kerkûkê û tevgerê bi hêza xwe li wê deverê dike.