Kompanyaya Chevron vedigere Kurdistanê

Kompanyaya Chevron ragihand, di zûtirîn dem de dest bi karê berhemanîna petrol û gazê li Herêma Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kompanyaya Chevron ragihand, di zûtirîn dem de dest bi karê berhemanîna petrol û gazê li Herêma Kurdistanê dike.

Kompanyaya Chevron a Amerîkî di warê berhamanîna petrolê de di daxuyaniyekê de aşkere kir, di demeke nêzîk de dest bi karê lêdana bîrên petrolê û berhemanîna petrol û gazê li kêlgehên başûrê Kurdistanê dikin, ku ji ber êrîşa Heşda Şeibî li ser Kerkûkê bi awayekî demkî rawestiya bû.

Kompanyaya Chevron ku nivîsgeha xwe sereke ye li wîlayeta California ye, ji piştî 16ê Cotmeha sala bûrî ji ber desteserkirina Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ji kêlgehên petrolê yên Kerkûkê, dest ji berhemanîna petrol û gazê li Herêma Kurdistanê ragirt û niha amade ye vegere dest bi kar bike.

Dagîrkirina kêlgehên petrolê yên Kerkûkê ne tenê ziyan gihand xelkê Kurdistanê, lê çend kompanyayên di warê petrol û gazê de jî ji ber hatina artêşa Iraq û Heşda Şeibî ve ji wê navçê derketin.