Rûdana Suriyê, çi bandor li hevkariya Iran, Rûsya, Tirkiye kir?

Tirkiye ya ku di mijara Suriyê de bi Rusya û Îranê re tev digere piştgirî dabû operasyona Emerîka, Fransa û Brîtanyayê ya bo ser Suriyê û karvedanên vê biryara Tirkiyê berdevam dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye ya ku di mijara Suriyê de bi Rusya û Îranê re tev digre piştgirî dabû operasyona Emerîka, Fransa û Brîtanyayê ya bo ser Suriyê û karvedanên vê biryara Tirkiyê berdevam dikin. Bi vê helwesta Tirkiyê mijara pêwendiyên Tirkiye û Rusyayê û dahatûya lûtkeyên Astana û Soçiyê di nav pisporên Tirkiyê de bu sedema nêrîn û nîqaşê cuda. Gorî hin pisporan Helwesta Tirkiyê dê zirarê bide pêwendiyên gel Rusyayê û lûtkeyên Astana û Soçiyê.  Hin pispor di wê baweriyê de ne ku rûdanên dawî Tirkiye,Rusya û Îranê wê zêdetir nêzîkê hev bike.

Karvedanên piştgiriya Tirkiye ya bo operasyona Emerîka, Fransa û Brîtanyayê ya ser baregehên leşkerî ya hikûmeta Sûriyê berdewam dikin. Herî dawî der barê vê yekê de Serokkomarê Fransayê Macron ragihand ku bi vê operasyonê wan Tirkiye ji Rusyayê durxistiye. Beramberî vê daxuyaniya Macron Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çawişogli ragihand; têkîliyên wan bi Rûsyayê re berdewam dike û Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov jî diyar kir ku Enqere û Moskova ji hev durneketin e. Her çiqas rayedarên her du welatan bibêjin ev operasyonê zirara nedeya pêwendiyan jî pisporên Tirkiyê yên ku vê mijarê ji nêz ve dişopînîn xwedî nêrînên cuda ne. Li gorî Pisporê Rûsî Yaroslav Smaylov yê ku li Enqerê taybetî li ser pêwendiyên Tirkiye û Rusyayê dixebite; Helwesta Tirkiyê niha bandorek neyînî li ser pêwendiyan kiriye

Yaroslav Smaylov - Pisporê Pêwendiyên Tirkiye û Rusyayê diyar dike:

Têkiliyên Tirkiye û Rusyayê li gor naveroka mijaran tên dirustkirin. Beramberî nerazîbûna Rusyayê, Tirkiyeyê piştgirî da operasyone ser Sûriyê. Her çiqas neyê diyarkirin jî lê ev helwesta dawî tesîrek xerab da ser hevkariya Tirkiye, Rusya û Îranê. Helbet di rojên pêşiya me de ligel havkariya Astana û Soçiyê berdewamiya têkîliyên dualî gêrêdayî helwesta Rusyayê ye. Ger Rusya û Tirkiye bên beramberî hev egera heye ku proseya Astana û Soçiyê jî têk biçe

Lê belê hin pispor balê dikşînin ser vê yekê ku Emerîka, Fransa û Brîtanyayê operasyonekê sînorkiri pêk anîye û deverên hatine armanckirin nebûye sedem ku Rusya û Emerka bên beramberî hev. Loma pispor dibêjin Rusya helwesta Tirkiyê ya derbarê Esad de dizane û piştevaniya Enqerê ya bo operasyonê zirarê nade pêwendiyên her du welatan.

Prof.Dr. Salîh Yilmaz - Serokê RUSEN ê, di vê baweriyê de ye:

Derbarê Suriyê de helwesta Tirkiyê zelal e. Di mijara PYDê de bi Emerîkayê re û mijara Esad de jî bi Rûsyayê re wek hev nafikire. Washîngton û Rusya jî vê helwesta Tirkiyê dizanin. Loma piştevaniya Enqerê ya bo operasyona ser Sûriyê ji bo Moscowayê sûprîz nebû. Ez nebawer im ku Moskowa ji ber vê yekê têkîliyên xwe yên bi Enqerê re biguherîne. Beravajî vê yekê bi van rûdanan piroseyên Astana û Soçiyê girîngtir bûne. Loma ez di wê baweriyê de me ku Rusya, Tirkiye û Îran di vê proseyê de pêwendiyên xwe wê xurttir bikin.

Dema ku di sala 2011an de Şerê Navxweyî yê Sûriyê dest pê kir, Tirkiyê bi Amerîka û welatên Awropayê re tevgeriya. Lê piştî ku Amerîkaê di sala 2015an heta niha di şerê li dijî DAIŞê de bi YPGê hevalbendî kir, Tirkiye ji vê eniyê dûr ket û di mijara Sûriyê de bi Rûsya û Îranê re tev geriya. Enqera ya ku xwe nêzîkê Îran Û rusyayê kiriya naxwaze bi welatêp Rojavayî têkîliyên xwe bi temamî qut bike û ev heyamek dirêj e di navbera her du eniyan de hewla birêvebirina polîtîkaya hevsengiyê dide.

 

 

 

C.B