Nêçîrvan Barzanî: Biryara parlemantoya Bexdayê ti bandorê li ser referandûmê nake

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê ligel kenala “Russia Today” ragihand, heta niha ti biryarek nîn e ji bo paşxistina referandûmê û Encûmena Bilind a Referandûmê biryar daye ew prose di dema xwe ya diyarkirî de bê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê ligel kenala “Russia Today” ragihand, heta niha ti biryarek nîn e ji bo paşxistina referandûmê û Encûmena Bilind a Referandûmê biryar daye ew prose di dema xwe ya diyarkirî de bê kirin.

Li ser pêşniyaza Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de û welatên bihêz a ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand, welatên bihêz nerînên xwe hene û bi berdewam dibêjin dem ne guncaw e, di serdana xwe de jî tekezî li wê yekê kirin, lê li hemberê jî Encûmena Bilind a Referandûmê nerîna xwe ji wê şandê re zelal kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand jî, binemaya hevbeş û hevpariya rastî li Iraqê nemaye û wek mînak, Heşda Şeibî bi yasa kirin û di demeke kurt de budce, çek û pêwîstiyên leşkerî jê re dabîn kirin, di demekê de ku hêza Pêşmerge wek hêza bergîriya Iraqê di destûrê de amaje pê hatiye kirin, di şerê DAIŞê de yek gule jî jê re neşandin.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, berî referandûm û piştî referandûmê jî guftûgoyên cidî ligel Bexdayê berdewam dibin û wan binemayan piştguh nakin.

Derbarê rêgiriyên Bexdayê ji proseya referandûma serxwebûnê re, Nêçîrvan Barzanî ragihand, niha palemantoya Bexdayê biryara ragirtina wê proseyê daye û got: “Dixwazim bi zelalî bibêjim, ti bandora biryara parlemantoya Bexdayê li ser birêvebirina wê proseyê nabe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir jî, pirsa Kurd ji hemû aliyên ku dibêjin niha dem ne guncaw e re ew e, kengî dema guncaw e û dikarin tê de referandûma serxwebûna bi rê ve bibin?