Ewlehiya Tirkiyê Hevserokê şaxê HDPê yê Diyarbekirê desteser kir

Polîsê Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê dest bi operasyonekê li dijî endamên HDPê kir û di encamê de, Hevserokê şaxê HDPê yê Diyarbekirê Mihemed Şerîf Çamcî û 90 kesên din hatin girtin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Polîsê Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê dest bi operasyonekê li dijî endamên HDPê kir û di encamê de, Hevserokê şaxê HDPê yê Diyarbekirê Mihemed Şerîf Çamcî û 90 kesên din hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Tirkiyê, bi tometa endamtî û bangeşeya ji PKKê re, li Diyarbekirê 80 kes girtin û li Mêrdîn, Riha û Şirnexê jî 10 kesên din girtin ku di nav wan de, rojnamevan û siyasetvan û rêvebir û endamên HDPê hene.

Hat ragihandin, ku polîsan deriyên gellek malan şikandine û dema derbasî nav malan bûn û pişkinîn kirine, gellek wêranî li pey xwe hiştine.

N.O