Jan Kubis: Divê Bexda û Hewlêrê bi guftûgo pirsgirêkan çareser bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Taybet yê Netewên Yekgirtî (NY) bo Iraqê Jan Kubis di gotarekê de li pêş Encûmena Asayişa Navdewletî ragihand, Herêma Kurdistanê rijd e li ser encamdana referandûmê.

Jan Kubis di gotara xwe de got: “Cenabê Serok di civîna 7 Hezîranê ya ligel hemû aliyan de biryar da referandûm di 25 Îlonê bi rê ve biçe. Herwiha li Parlementoya Ewropa Serok Barzanî tekezî kir ku referandûm bi rê ve biçe û ti welatek jî ne li dijî wê bû. Tekez kir jî ku bi riya aştiyê û danûstandinê be.”

Nûnerê NY got jî: “Daxwazan jê dikim ku ev prose bi gotûbêj û destûrê be û riyeke hevbeş bibînin bo ew nebe nakokî di navbera wan de û wek madeya 140 nebe, ku heta niha pirsgirêk di navbera wan de hene. Navçeyên din yên li derveyî hikûmeta herêmê ne, dixwazin vegerin ser bi hikûmeta herêmê û ew prose jî pêwîstiya wê bi danûstandin heye, bo rêgiriyê li milmilane û nakokiyan bigire.”

Herwiha got: “Herêma Kurdistana Iraqê di 21 meha borî de daxwaz ji Komisyona Hilbijartinê kir, ku amadekariyan bikin bo hilbijartinan bi rê ve biçin, lê ev karekî girîng e bo komisyonê û xistiye pêş hemû karên din û amadekariyan dike.”

Di beşeke din de Kubis got: “Di 17 Cotmehê ku operasyona Mûsilê dest pê kiriye, xelkeke mezin ji navçeyên xwe reviyan û gihêştin Herêma Kurdistanê. Zêdetir ji 150 proje li 23 navçeyên rizgarkirî li Enbar, Selahedîn û Kerkûkê hatin cibicîkirin û niha Mûsil bi tevahî hat rizgarkirin, lê pêwîst e projeyên xizmetguzariyê bo vegera wan hebe.”