Serperiştyarê Tevgera Kurd li Kerkûkê hat girtin

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê ragihand, ku derengê şevê din, serperiştyarê Tevgera Mafên Kurd li Kerkûkê Edhem Cum'e, ji aliyê hêzên Iraqî ve hat girtin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê ragihand, ku derengê şevê din, serperiştyarê Tevgera Mafên Kurd li Kerkûkê Edhem Cum'e, ji aliyê hêzên Iraqî ve hat girtin.

Berî çend rojan Edhem Cum'e, di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku pêwîst e di salvegera 16ê Cotmehê de, li dijî dagîrkariyê û eşkencedana xelkê Kerkûkê, mangirtin li bajarê Kerkûkê bê ragihandin.

Zanyar Cum'e, birayê Edhem, ji Kurdistan24ê re got: Ew hêza girtiye ser mala birayê min, hêza dijeterora Iraqê bû û bi gotina wan, ew bi fermana dadgehê hatibûn.

Got jî: Dibe ku pêwendiya girtina birayê min bi wan bangeşeyan re hebe, ku berî çend rojan bangewazî jêre dikir û daxwaz dikir ku di salvegera bûyerên 16ê Cotmehê de û li dijî desthilata serbazî li Kerkûkê, çalakiyên  sivîl bên encamdan û welatî û dukandar û karkir mangirtinê rabigehînin.

Zanyar Cum'e diyar kir, ku her azar û metirsiyek rastî birayê wî bê, ewê wan hêzên serbazî tawanbar bike ku birayê wî girtine û ji aliyên siyasî û partiyan û rêxistinên navxwe û navdewletî xwest ku, li dijî kiryarên neyasayî yên îdareya Kerkûkê û berpirsên serbazî, helwesta xwe bidin û ew zordariya ku ji serê salekê ve rastî xelkê Kerkûkê hatiye nema qebûl bikin.

Ev yek di demekê de ye, ku îro salek di ser bûyerên 16ê Cotmehê re derbas dibe, ku Hikûmeta Iraqê bi hevkariya hejmarek ji welatên cîran û çend kesên di nav partiyeke Kurdistanî de, bajarê Kerkûkê dagîr kir.

N.O