Rûhanî gefa bersivdaneke tund li êrîşkaran dike

Hesen Rûhanî: Bersiva Îranê li ser her êrîşekê, wê tund be û Îran wê bersiva wan aliyan jî bide, ku destê wan di êrîşa îro de heye.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Serokê Îranê Hesen Rûhanî ji hêzên welatê xwe dixwaze bi tundî bersiva encamderên êrîşa Ehwazê bide.

Ji aliyekî din ve, Hesen Rûhanî ferman da Wezareta Ittîla'atê, komîteyeke lêkolînê derbarê êrîşa îro ya Ehwazê pêk bîne û daxwaz ji hêzên ewlekarî û çekdarî kir bi tundî berisva encamderên wê êrîşî bidin.

Rûhanî ragihand, ku bersiva Îranê li ser her êrîşekê, wê tund be û Îran wê bersiva wan aliyan jî bide, ku destê wan di êrîşa îro de heye.

Sibeha îro di dema birêveçûna nimayşeke serbazî ji hêzên Îranî re li Ehwazê, di encama êrîşeke çekdarî de li ser wê nimayişê, nêzîkî 30 serbazên Îranî hatin kuştin û 60 kes birîndar bûn.

Medya fermî ya Îranê ragihand, ku çend efserên pilebilind di nav kuştiyan de hene û berpirsên Îranî ew êrîş bi êrîşeke terorî binav kir.

Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê binavê hêzên çekdarên Îran Ebû Fedil Şekirçî ragihand, ku 4 dewlet li pişt êrîşa îro bûn li dijî nimayişa wan ya serbazî, ku di encamê de heya niha 29 kes hatine kuştin û 60 kes birîndar bûne.

Ebû Fedil Şekirçî ji Ajansa Fermî ya Nûçeyên Îranî (Îrna) re got: Encamderên êrîşê li du welatên Kendavê hetine rahênankirin û ji wan welatan hatine piştevanîkirin.

Şekirçî navê herdu welatên Kendavê eşkere nekir, lê got: Herdu welatên din jî ku destê wan di êrîşê de heye Amerîka û Israîl e.

N.O