Herêma Kurdistanê bi sedan çekdarên DAIŞê radestî Bexdayê dike

Li gor planeke hevbeş, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sedan çekdarên DAIŞê radestî Bexdayê kiriye, ku pêştir ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatibûn desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor planeke hevbeş, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sedan çekdarên DAIŞê radestî Bexdayê kiriye, ku pêştir ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatibûn desteserkirin.

Hevahengkarê bersivdana raportên navdewletî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand, çend caran parlemanter û berpirsên Iraqî hikûmeta Herêma Kurdistanê tometbar kir, ku çekdarên DAIŞê ji zîndanên herêmê hatine azadkirin û herêm ne amade ye çekdaran radestî Bexdayê bike.

Dîndar Zêbarî di daxuyaniyekê de bersiva wan tometan da û tekez kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi radestkirina wan çekdarên DAIŞê bo hikûmeta Bexdayê kiriye.

Aşkere kir jî, ta niha hejmarek ji çekdarên DAIŞê yên zîndankirî radestî Bexdayê bûne û proseya radestkirinê jî berdewam e.

Got jî, li gor plana hatiye danîn, ew prose di çend qonaxan re derbas dibe û di her qonaxekê de 50 ta 55 çekdar tên radestîkirin.

Demek e berpirsên Iraqê derbarê wan çekdarên DAIŞê yên ji aliyê Pêşmerge ve hatine desteserkirin û li girtîxaneyên Herêma Kurdistanê de zîndankirî ne de, Herêma Kurdistanê tometbar dikin ku ne bi niyaz e sizayan bi ser wan çekdaran de bisepîne.  

 

S. B