Mattis: Bi Tirkiyê re li Menbiçê dest bi bergîriya hevpar dikin

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Jim Mattis ragihand, dê di nav 3 rojan de hêzên wan û hêzên Tirkiyeyê li Menbiçê dest bi bergîriya hevpar bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Jim Mattis ragihand, dê di nav 3 rojan de hêzên wan û hêzên Tirkiyeyê li Menbiçê dest bi bergîriya hevpar bikin.

Mattis ji medyaya Amerîkayê re axivî û got, beriya 72 demjimêran hêzên Tirkiye û hêzên Amerîkayê de ji bo bergiriya Menbiçê dest bi çavdêriya hevpar bikin.

Di 4ê Hezîranê de her du wezîrên derve yên Tirkiye û Amerîkayê Mike Pompeo û Mewlût Çavuşoglu li Washîngtonê kom bûbûn û li ser vekişîna YPGê ya ji Menbiçê lihevkiribûn.

Di vê çarçoveyê de hêzên Tikriyeyê bi wesaîtên zirxpoş heta niha 31 caran çavdêriya bergiriya Menbiçê kirin.

Berî niha jî serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li ser vê mijarê gotibû: Nakokiyên di navbera welatê û Amerîka de, bandorê li nexşeriya hevbeş a herdu welatan li Minbicê nake.

Bi sedema girtina keşeyekî Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve, nakokiyên di navbera Tirkiyê û Amerîka de kûrtir bûn.

 

S. B