Çiftyurek: Kiliçdaroglu diyarkir, mafê Kurdan a referendûmê heye

Kiliçdaroglu diyarkiriye: Wekî hemû Milletan referendum mafê başûr e jî

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP) Sinan Çiftyurek di bernameya BasîRoj a Kurdistan24de daxûyaniyên girîng ragihandin.

Liser pirsa birêvebirê bernameyê Cemal Batun, girêdayî hûrgiliyên hevdîtina Insiyatifa Piştgiriya Referendûma Serxwebûna Kurdistanê ligel Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, Çiftyurek bi awayek berfereh qala naveroka hevdîtina wan ligel Kiliçdaroglu kir.

Çiftyurek diyarkir: di hevdîtina ku di atmosferek gelek erênî de derbas bûye Kiliçdaroglu bi balkêşî guh daye wan.

Herweha Kiliçdaroglu diyarkiriye: Wekî hemû Milletan referendum mafê başûr e jî. Lê, wan dixwest berî wergirtina wê biryarê Konferansek bi aliyên navxweyî û derveyî yên têkildarî herêmê re jî hebûya. Metirsiyek jî diyarkir ku, ew hêvîdar in ev yek nebe kêşeya şerekî di navbeyna Kurd û Ereban de.

Serokê Partiya Azadî û Sosyalizmê herweha got: CHP dixwaze rêyek nû di pirsa Kurd de bide pêş xwe. Me ev yek ji hevdîtinê xwend.

Girêdayî pirsa: Piştevanîkirina Parlementer û bîngeha Partiya desthilatî AK Partî li bakurê Kurdistanê, ji bo referendûma serxwebûna Kurdistanê, û kargeriya wan di siyaseta AK Partî de, Çiftyurek diyarkir: Bandorek berfereh a aliyê Kurd di nav AK Partiyê de heye û ew piştevanê referendûmê ne. Gava mirov helwêsta AK Partî ya fermî dinirxîne, ew dibêje ne ligel referendûma serxwebûnê ye, lê rastiya de-facto heye. Ew jî, piştî referendûmê hizra pêwendiyê ligel Kurdistana serbixwe ye. Çiftyurek destnîşankir, ew bawer e, her du rê jî liser mêza bernameyî ya AK Partiyê de ne.