Fuad Husên xwe vekişand

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî poşmanbûna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji rêkeftina bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re û birêveçûna gera yekem a proseya dengdanê, berbijarê PDKê bo posta Serokomarê Iraqê Fuad Husên xwe ji proseya dengdanê vekişand.

Biryar bû bîsteke din gera duyem a dengdana li ser postê Serokomarê Iraqê birêve biçûya.

Vekişandina Fuad Husên piştî wê yek tê, Jêderekî agahdar ji nava parlemantoya Iraqê ji K24ê re ragihand, li gor rêkeftinê her du aliyan Fuad Husên wek berbijarê Kurd bo posta Serokomarê Iraqê be û Berhem Salih vekişe.

Li gor zanyariyan, li hember vekişandina Berhem Salih ji posta Serokomariya Iraqê, PDKê razî bû hin destkeftên din ên serweriyê bide YNKê

Piştî rêkeftinê, zanyariyên ketine dest, YNKê ji wê rêkeftinê poşman bû û daxwaz kir ku posta Serokomartiyê 50 bi 50 bê dabeşkirin û PDK 2 salan û YNKê 2 wê postê werbigire.

Di wê derbarê de, Serok Barzanî peyamek belav kir û got: Birêveçûna niha ya hilbijartina Serokomarê Iraqê berûvajî nerîta ku hilbijartinên gerên berê bûbû hat peyrewkirin, yan diviyaba berbijarê Kurd ji nava mezintirîn komê ve bihatabe berbijêrkirin, yan jî firaksiyonên Kurdî yekalî kiribana.

Serok Barzanî got: “Ew mîkanîzma niha bi ti awayekî nayê qebûlkirin û di dahatûyeke nêzîk de helwesta me dê hebe.”

 

S. B