PKKê 3 gencên Başûrê Kurdistanê revandine

Sê gencên gundên Wertiyê ya ser bi Riwandizê ve ji roja 2 Hezîranê ve li Çiyayê Çarox ji aliyê PKKê ve hatine revandin û ta niha nehatine azadkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sê gencên gundên Wertiyê ya ser bi Riwandizê ve ji roja 2 Hezîranê ve li çiyayê Çarox ji aliyê PKKê ve hatine revandin û ta niha nehatine azadkirin.

Xortên hatine revandin Omer Ebdulah Mehmûd jidayikbûna 1995, Helgurd Hemedemîn Ebdula jidayikbûna 1995 û Dana Xidir Hemze jidayikbûna 1998an in, malbatên wan jî ji bo azadkirina wan bi PKKê re di pêwendiyê de ne, lê ta niha ti encam nedîtine.

Peyamnêrê K24ê li devera Soranê ji bi zanîna sedema revandina wan xortan pêwendî bi malbata wan re kir. Malbatên girtiyan dibêjin, PKKê ji wan re gotiye nabe nûçeya girtina wan 2 xortan ji ragihandinê re bê gotin, loma malbatên girtiyan ti zanyarî li ser girtina wan nedan.

Jêderekî ji Asayişa Rewtê ku nexwast navê wî re aşkerekirin ji K24ê re ragihand, ji roja revandin wan xortan ji aliyê PKKê, ew di riyên xwe yên taybet hewl didin wan azad bikin, lê hîna ew nehatine azadkirin.

Peyamnêrê K24ê pêwendî bi Berpirsê Ragihandinê yê PKKê li Qendîlê Zagroz Hîwa re kir, lê ew jî amade nebû ti zanyariyan li ser girtina wan her sê xortan bide û got, ew pirs girêdayî aliyên ewlekariyê ye, loma ew nikare ti daxuyaniyê li ser wê pirsê bide.

 

S. B