Îran dixwaze bi xapînokan sizayên Amerîkî li ser xwe sivik bike

Ajansa Bloomberg: Rêgirtin li ber kirrîna petrola Îranê hiştiye ku ew petrol di stiwê Taranê de bimîne û bazar ji bo firotina wê peyda nabe.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ajansa Bloomberg a Ameîrkî ku taybet e bi pirsên abûrî, ragihand ku bi nêzîkbûna dema sepandina pakêca diwem ji sizayên abûrî yên Amerîkî li ser Îranê, Taran petrola xwe di keştiyên veguhestinê de embar dike.

Ajansê diyar kir, ku rêgirtin li ber kirrîna petrola Îranê hiştiye ku ew petrol di stiwê Taranê de bimîne û bazar ji bo firotina wê peyda nabe, ev jî dide xuyakirin, ku sizayên Amerîkî bandoreke tund li Îranê kiriye bi taybetî jî ku niha dema sepandina sizayên tundtir li ser Îranê nêzîk bûye, ku biryare di Mijdara dahatî de destpê bikin.

Di 15 rojên derbasbûyî de, heman ajansê pênc keştiyên veguhestinê destnîşan kir, ku Îranê petrola xwe di wan embar kiriye û li nêzîkî kenarên wî welatî li kendavê, rawestiyan e.

Jêder: Sky News

N.O