Kouchner: Ev 50 sal in, ez li hêviya Kurdistana serbixwe me

Wezîrê derve yê berê yê Fransayê û dostê Kurd ê derîn Bernard Kouchner diyarkir ku “Ev 50 sal in li hêviya serxwebûna Kurdistanê ye. Kurd têkoşînê ji bo demokrasî û azadiyê didin. Baştirîn çareserî di rêya serxwebûnê de jî, ji Neteweyên Yekgirtî derbas dibe”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kouchner destnîşankir “Ger zagonên navneteweyî nikaribin piştgiriya dozek wekî doza Kurd bikin, ew tê wê wateyê ku ew zagon dive bên guherandin. Herî kêm dive ji vî gelî bê pirsîn: tu çi dixwaze? Rêz li vîn a vî gelî bê girtin”.

Kouchner diyarkir, hîn ji xortaniya xwe ve çalakvanek piştgîr ê doza Kurd bû ye. Wê demê li gel nemir Melle Mistefa Barzanî hevûdu dîtine û bûye heyranê vî kesayetiya mezin.