Tirkiye: Parlementoya Ewrûpa beramberî Tirkiyê ne rastgo ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê bersiva Parlementoya Ewropayê dide û radigihîne: Rapora beramberî Tirkiyê hatiye amadekirin bêbingeh û ji rastiyê dûr e.
Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyê Hamî Aksoy dibêje, Parlementoya Ewropayê beramberî Tirkiyê ne rastgo ye. Rapora Parlementoya Ewropayê ya ji bo rawestandina pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê hatiye amadekirin bêbingeh û ji rastiyê dûr e. Tirkiye dixwaze pêwendiyên wê digel Yekîtiya Ewropayê berdewam be û neyê rawestandin.
Duhî Komîsyona Kar û Barên Derve ya Parlementoya Ewropayê pêşniyar kiribû pêvajoya endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê were sekinandin.
C.B