Amerika, Îran bi piştgirê terorîzma herêmî û cîhanî binav kir

Serok Trump rejîma Îranê bi yek ji mezintirîn piştgirê terorîzma cîhanî binavkir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerikayê Donald Trump siyaseta welatê xwe beramberî Komara Islamî ya Îranê, bi taybetî girêdayî rêkeftina atomî ya 5+1 ligel Îranê eşkere kir.

Serok Trump rejîma Îranê bi yek ji mezintirîn piştgirê terorîzma cîhanî binavkir. Trump bîrûrayên xwe liser Îranê weha rêz kirin.

“Rejîma Îranê teroristên 11ê Îlonê veşartin, dinav wan de kûrê Usame bin Ladin. Piştgirê Qaide û Hizbullahê ye. Mûşekên ku metirsiyek liser me û hevkarên me ye bi pêş ve dixe. Bi derewan hevwelatiyên me dîl digire, destwerdanên xwe li Kendavê dom dike.

Li Îranê bi xwe gule berdan xwendevanên xwepêşandanên aştiyane kirî. Li Suriye û Yemenê bûn sedema kûrbûna şer. Piştgiriya rejîmê Esed kir ku, çekên kîmyewî hember hevwelatiyên xwe bikar anî.

Kiryarên me yên tund dê hemberî Îranê hebin.Ji cîhê ku pêngavên lawazkirina diktatoriyê li Iranê bên dan, rêkeftin ligel hate kirin. Ev xerabtirîn rêkeftin a dîrokê ye. Amerika û Konseya Ewleyî ya Neteweyên Yekgirtî, dive rê liber Îranê bigrin, ku nikaribe çekê kimyawî bidest bixe.

Em dê kar bikin, ku piştgiriya terorê ya Îranê bibirin. Nehêlin ku Iran bibe metirsiyek liser ewleyiya cîhanê”.