Kongreya Egitim-Senê ya 10emîn lidar ket

Sendîkaya Hîndekarî û ya Perwerdehiyê kongreya xwe ya 10emîn li Enqerê bire serî. Di kongreyê Serokê Egîtîm-Senê Kamuran Karaca diyar kir ku kes nikare bi rêya Rewşa Awarte û biryarnameyan sendîkayê wek dil bigire.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Sendîkaya Hîndekarî û ya Perwerdehiyê kongreya xwe ya 10emîn li Enqerê bire serî. Di kongreyê Serokê Egîtîm-Senê Kamuran Karaca diyar kir ku kes nikare bi rêya Rewşa Awarte û biryarnameyan sendîkayê wek dil bigire.

Di kongera Sendîkaya Perwerdehiyê Egîtim-Senê ku li Green Park Otela Enqerê bi rêve çû de, mijarên li ser Rewşa Awarte, Biryarnameyên di Hikmê Yaseyan de, durxistina karker û karmendan, şer û pevçûnên li bakûrê Kurdistanê û girtina wan akademisyenên bi navê Nuriye Gulmen, Semîh Ozakçe derketin pêş. Serokê Egîtîm-Senê Kamuran Karaca diyar kir ku hejmara wan girseya kesên ku bi rêya biryarnameyan mexdûr bûne çûye ser 2 milyonan.

Serokê Giştî yê Egîtîm-Senê Kamuran Karaca got: “Heta niha 1.547 mamoste û akademsiyen endamên me bi giştî 3 hezar û 249 kes ku ew jî endamên KESKê ne bi rê biryarnameyên Rewşa Awarte hatin ixrackirin. Mûçeyê bi sedan endamên me hatin birîn û sizayê bilindnekirina qademeyê tê dayîn. Hiqûq tê serobinokirin. Gefên sirgûna girseyî jî her berdewam dikin. Em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin li dijî vê desthilata ku yaseyan nas nake.”

Serokê KESKê Lamî Ozgen jî wiha axivî:  “Pêdiviya me bi têkoşîneke hevpar heye. Di rewşa Awarte de 105 hezar kes ji kar hatin avêtin, 45 hezar kes jî li derve man. 77 endamên me girtîne 800 jê jî bêkar hatine hiştin. Derheqê 10 hezaran endamên me de jî jêpirsİnên îdarî hatine destpêkirin. Em ê dev ji têkoşÎna xwe bernedin û fêrî qedeyên rejima Rewşa Awaret nebin.”

Serpîl Kemalbaya Hevseroka HDPê jî rexneyên giran li AK Partiyê girt û îdia kir AK Partî bûye yek ji parçeyê darbeyê û bi rêya neyasayî jî welêt bi rêve dibe.

Hevseroka Giştî ya HDPê Serpîl Kemalbay got: “Divê hemû derûdorên civakê li dijî vê êrîşa AKPê ku bi rêya biryarnameyan li hemeberî kedkaran daye destpêkirin raweste û berteraf bike. AKP bûye parçeya darbeya 15ê Tîrmehê. Destûr ji aliyê AK Partiyê ve hatiye betalkirin û welêt bi rêya binpêkirina yaseyan tê birêvebirin.”

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba jî di axaftina xwe de li ser kiryarên AK Partiyê rawestiya û diyar kir ku di bin navê têkoşîna li dij rêxistina Gulen de AK Partiyê li hember wan kesên muxalîf ku ne jê ne prosesa îxracê daye destpêkirin û tê xwestin muxalîf bi Rewşa Awarte bên terbiye kirin. Di kongereya ku wê sê rojan berdewam bike de Konfederasyona Sendîkayên Ewropa û nûnerên sendîkayên ji Îngilîstan, Almanya û Holandayê jî beşdarî kirin.