Erdogan: Ger pêwîst be Rewşa Awarte dê gelek caran bê dirêjkirin

Komeleya Karsazên Tirkiye (TUSIAD) daxwaza bidawîanîna Rewşa Awarte kiribû

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan rexne li daxwazên bidawîanîna Rewşa Awarte girtin. Erdogan bi taybetî ev rexne, li dezgehên navxweyî tên Tirkiye kirin.

Komeleya Karsazên Tirkiye (TUSIAD) daxwaza bidawîanîna Rewşa Awarte kiribû.

Erdogan di daxûyaniya xwe de, ku li Civîna Giştî ya Sazûmana Pêwendiyên Aborî yên Derve kirî de, got: “Ez li vir bang li cîhana karsazan dikim. Heta îro Rewşa Awarte ji derveyî têkoşîna dijî terorê, zerar da ye kesî? Ger pêwîst bibe Rewşa Awarte bo cara 8em û 9em jî dê bête dirêjkirin”.

Herweha  li welatên Rojava û Amerika ve rexne li Rewşa Awarte li Tirkiye tê kirin.

 

 

C.B