PKK: Rûsya bi rêketineke qirêj operasyona Efrînê pejirand

Mistafa Karasu: Rûsya bi lihevkirineke qirêj û welatên Ewropî û Amerîka jî bi bêdengiya xwe, operasyona Tirkiyê ya li Efrînê pejirandine.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê KCKê Mistafa Karasu ragihand, ku Rûsya bi lihevkirineke qirêj û welatên Ewropî û Amerîka jî bi bêdengiya xwe, operasyona Tirkiyê ya li Efrînê pejirandine.

Mistefa Karasu derbarê operasyona Tirkiyê li Efrînê gotarek belav kir û got: Yên ku DAIŞ jinav birin Kurd bûn. Lê îro Tirkiye Kurdan û DAIŞê wekî hev dibîne û Efrînê dagîr dike.

Karasu got jî: Tirkiye di operasyona Efrînê de, ni bi tenê ye. Rûsya bi awayekî eşkere rêketineke qirêj li gel Tirkiyê kir û ezmanê Sûrya ji Tirkiyê re vekir. Amerîka û Ewropa jî bibêdengiya xwe, operasiyona Tirkiyê rewa dikin û wekî Rûsya karên qirêj dikin.

Herwiha Karasu di gotara xwe de rexneyên tund li Almanya jî kir û diyar kir, ku Almanya xwe radestî gefên Tirkiyê kiriye.