Ebadî ji bo desthilatê mercên Amerîka bicî dike

Dewleta Yasa: Avakirina kunsulxaneyê bi wê rûbera mezin û fireh li Kurdistanê nabe were qebûlkirin û dibe ku ew kunsulxane bibe navenda operasyonên Amerîka.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Perlemanterê Dewleta Yasa ya ser bi Nûrî Malikî ve (Ebdulhadî Muhan) ragihand, ku serokwezîrê karbirêvebir ê Iraqê Heyder Ebadî, razî bûye mercên Amerîka bicî bike û bingehên serbazî Amerîkî li nav Iraqê pêk bîne û mezintirîn kunsulxaneya Amerîkî li ser astê cîhanê li Kurdistanê ava bike, beramberî ku Ebadî di postê xwe de bimîne.

Ebdulhadî Muhan got: Amerîka fişaran li kutle û perlemanteran dike, ji bo ku piştevaniya Ebadî bikin û careke din ew serokatiya wezîran bike.

Bi gotina Muhan, Amerîka dixwaze Ebadî li ser desthilatê bimîne daku bingehên xwe yên serbazî û hêzên xwe li nav Iraqê bihêle.

Herwiha navhatî got: Kunsulxaneya Amerîka li Kurdistanê, di serdema Ebadî de hat damezirandin, ev yek nayê qebûlkirin bi taybetî bi vê mezinbûnê, ji ber ku avakirina kunsulxaneyê bi wê rûbera mezin û fireh nabe were qebûlkirin û dibe ku ew kunsulxane bibe navenda operasyonên Amerîka.

N.O