Necmedîn Kerîm: Kerkûk ji referandûm re amade ye

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, encamdana referandûmê proseyeke demokratîk e bo zanîna bîr û nêrîna welatiyan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, encamdana referandûmê proseyeke demokratîk e bo zanîna bîr û nêrîna welatiyan e.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di civînekê ligel fermangehên hikûmî yên bajarê Kerkûkê de amadehiya parêzgeha Kerkûkê bo encamdana referandûmê û beşdariya welatiyên wî bajarî di wê proseyê de ragihand.

Biryarderê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistan Îsmaîl Xormalî ji K24ê re aşkere kiribû ku, nêzîkî 2.5 welatî li navçeyên ku li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê ne (Kerkûk, Mûsil û Diyala), ji mafê wan e ku deng di referandûmê de bidin.

Li gor daxuyaniya wê civînê, parêzgeha Kerkûkê behsa êrîşên DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê kiriye û diyar kiriye, ku bi nêzîkbûna kontrolkirina tevahiya Mûsilê, çekdarên DAIŞê yên li Hiwêca êrîşî çeperên Pêşmerge dikin, lê ew êrîş hemû ji aliyê Pêşmerge ve rastî şikandinê tên.