Peyvdarê YPGê: Tirkiye bi çekên NATOyê êrîşî Efrînê dike

Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd radigihîne, Tirkiye Efrînê wek deriyê dagîkeriya xwe dibîne, dê li Kobanê û Qamişlo nesekene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd radigihîne, Tirkiye Efrînê wek deriyê dagîkeriya xwe dibîne, dê li Kobanê û Qamişlo nesekene.

 Peyvdarê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd ji K24ê re ragihand, li Efrînê şerekî gelekî dijwar ji bo yekpariya Sûriyê tê kirin. Gelê Efrînê û hêzên YPGê berxwedaneke pir mezin li hember artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê vet ê kirin.

Ti cihekî ewle ji Trkiyê re li Efrînê nîn e

Derbarê gund û navçeyên ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine kontrolkirin de, Mehmûd got, hêzên YPGê li hemû wan navçeyan şerekî dijwar dikin û ziyanên mezin digihînin artêşa Tirkiyê û hevkarê wê ve.

Peyvdarê YPGê tekez kir jî, ti cihekî ewle ji êrîşkeran re li Efrînê nîn e, cihên ku ketinê jî ti sivîl lê nemane û hemû welatiyên sivîl berê xwe dane navenda bajarê Efrînê, ku niha nêzîkî yek milyon sivîl di bajarê Efrînê de ne.

Artêşa Tirkiyê sivîlan armanc digire

Li ser amarên şerê li Efrînê, Nûrî Mehmûd aşkere kir, ta niha zêdetirî ji 1200 leşkerên Tirk û çekdarên ser bi wê hatine kuştin. Herwiha ta niha jî 280 şervanên YPG û YPJê jî hatine ragihandin.

Derbarê hejmara gurbaniyê sivîl de jî got, ta niha zêdetir ji 230 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 600 welatiyên din jî birîndar bûne. Herwiha bi hezaran mal û xaniyên sivîlan, navenda zelalkirina avê, dibistan, nanpêj, mizgeft û zeviyan hatine topbarankirin.

Derbarê derketina sivîlan ji Efrînê de, Peyvdarê YPGê got, hemû ew riyên tên Efrînê û ji Efrînê derdikevin ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tê topbaran û bombebarankirin û ti riyeke ewle nîn e.

Şervanên HSDê yên din jî dê biçin Efrînê 

Li ser hatine beşek ji hêzên HSDê ji eniyên şerê Dêra Zorê ji bo Efrînê, Nûrî Mehmûd da zanîn, hêzên ku bixwe ji navçeyên Efrînê û Idlibê hatibû Dêra Zorê şerê DAIŞê dikirin berê xwe dan warên xwe da ku wê biparêzin. Aşkere kir jî: “Hêzên me yên din jî, çi li Dêra Zorê û çi li cihên din, şervanên me pêşniyar dikin ku berê bixwe bidin Efrînê, ji ber ku baş dizanin ya teror afirandiye desthilatdariya Tirkiyê ye.”

Tirkiye bi çekên NATOyê êrîşî Efrînê dike

Peyvdarê Fermî yê YPGê Ragihand, Efrîn ji roja yekem ve dorpêçkirî ye û Tirkiyê bi terorîstên ku li Groznî, Efganistan, Lîbya û Iraqê şer dikirin û bi çekên NATOyê êrîşî Efrînê dike.

Tirkiye Efrînê wek deriyê dagîrkeriya xwe dibîne

Derbarê daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ku dibêje ji piştî Efrînê ewên biçin Kobanê û Qamişloyê, Nûrî Mehmûd got, Erdogan li yasayên navdewletî, nexşeya Tirkiyê û naxşeya Rojhilata Navîn mikur nayê. Erdogan xwedî projeya Îxwam muslimîn, Qaide ye û xwedî projeya DAIŞê ye jî û ew her du projeye jî li Serê Kaniyê û Kobanê hat şikestin. lê Tirkiye Efrînê wek deriyê dagîkeriya xwe dibîne, dê li  Kobanê û Qamişlo nesekene.

Tirkiye yasa û belgeyên navdewletî nas nake

Li ser ketina Efrînê jî Peyvdarê Fermî yê YPGê got, Efrîn dê ji artêşa Tirkiyê û projeya Erdogan re bibe çiravek û dê Efrînê de winda bibe. Tenê bi riya firokeyên xwe sivîlan armanc digire û ti yasa û belgeyên navdewletî nas nake. Emê tenê berxwedanê bikin.”     

 

 

S. B