NY: Tirkiyê li Efrînê nexweşxane, bazar û malên sivîlan kirine armanc

Netewên Yekgirtî dibêje, Tirkiyê di dema operasyona Efrînê de nexweşxane, bazar û malên sivîlan kirine armanc û di warê pîvanên şer de hestiyar nebûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî dibêje, Tirkiyê di dema operasyona Efrînê de nexweşxane, bazar û malên sivîlan kirine armanc û di warê pîvanên şer de hestiyar nebûye.

Netewên Yekgirti derbarê tawanên şer ên li Sûriyê de raporta xwe aşkere kir, di raportê de tê diyarkirin, Hêzên Esîmanî yên Tirkiyê beriya êrişên 20 Çileya 2018an a li ser Efrînê bergiriyên pêwîst negirtine û çekdarên opozîsyona jî bi kiryarên xwe yên girtin û binçavkirinên bêserûber û neyasayî tên naskirin.

Li gor raporê, firokeyên şer ên Tirkiyê di dema bombebaranê de nexweşxaneyek, cihê bazarê û malên sivîlan jî kirine armanc û di vî warî de hişyariyê dide Tirkiyê.

Tê ragehandin,  hêzên rejîma Sûriyê û mîlîşeyên girêdayî Îranê, di êrişên ser Xûta û Dûmayê de çekên qedexe bikar anîne li Îdlibê jî gaza klorê bikar aniye.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve di roja 20 Çileya 2018an de dest bi êrîşa li ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan di roja 18ê Adarê de derbasî Efrînê bûn û dagîr kirin.

Ji encama êrîşê bi sedan welatiyên Efrînê yên sivîl bûn qurbanî û bi sedan mal, nexweşxane, dibistan, mizgeft, cihên dîrokî, avahiyên fermî hatin bombebarankirin û wêrankirin.

Piştî dagîrkirina Efrînê jî, grûpên çekdar dest bi dizî û talankirina mal û milkên xelkê Efrînê kirin. Herwiha ta niha jî bi hezaran welatiyên Efrînê tên revandin û eşkencedan û li hember berdana wan jî gûrpên çekdar daxwaza bireke mezin ji pereyan dikin.

 

S. B