Li Xutayê 100 kuştî û NY daxwaza rawestandina kuştina sivîlan dike

Hejmara kuştiyên sivîl di encama topbarana artêşa Sûriyê li ser Xuta Rojhilat de gihişt 100 kesî. NY jî daxwaz ji Şamê dike, armanckirina sivîlan rawestîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmara kuştiyên sivîl di encama topbarana artêşa Sûriyê li ser Xuta Rojhilat de gihişt 100 kesî. NY jî daxwaz ji Şamê dike, armanckirina sivîlan rawestîne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di êrîşa artêşa Sûriyê li ser gundên devera Xuta Rojhilat ya ser bi Şamê ve, nêzîkî 100 welatiyên sivîl hatin kuştin, ku di nava wan 20 zarok hene.

Hevrêzê Netewên Yekgirtî yê Karûbarên Mirovî li Sûriyê Panos Moumtzis di daxuyaniyekê de ragihand, armanckirina sivîlên Xuta Rojhilat ya ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê dorpêçkirî divê bilez bê rawestandin.

Herwiha got, ku rewşa mirovî ji li Xuta Rojhilat ji kontrolê derdikeve. Divê ev karesata mirovî ya bê wate û armanckirina jêrxaneyê bê rawestandin.

Devera Xuta Rojhilat ku nêzîkî 400 hezar kes lê dijîn û grûpên çekdarê ên opozîsyonê tê de ne, ji sala 2013an ve ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve derpêçkirî ye, ji pêr 18ê Sibatê ve tê topbarankirin.

 

S. B