YNK: Dê helwesteke me ya nû hebe

Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, piştî hilbijartina Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê, qonaxeke nû ya rewşa siyasî li Herêma Kurdistanê hate pêş.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, piştî hilbijartina Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê, qonaxeke nû ya rewşa siyasî li Herêma Kurdistanê hate pêş.

Peyvdarê YNKê Letîf Omer îro di konferanseke rojnamevanî de got: “Axaftin û helwesteke nû ya YNKê dê hebe, ew axaftin û helwest jî dê ji ya pêştir cuda be.”

Îro Polîtburoya YNKê, bo guftûgokirina helwesta YNKê derbarê guhartinên proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê, li Silêmaniyê bi tevahiya rêxistin û navendên biryardanê ya partiya xwe re civiya.

Li ser lihevkirina PDK û YNKê û piştre firoksiyonên Parlemantoya Kurdistanê, biryar bû roja 18ê Sibatê demjimêr 11:00 Parlemantoya Kurdistanê yekem rûniştina xwe encam bida û desteya Serokatiya Parlemantoyê bilbijêre.

YNKê daxwaza paşxistina 24 demjimêran xwastibû, lê piştre civîna bo 4 demjimêran hat paşxistin û firaksiyona YNKê beşdarî civînê nebû û di wê civînê de Desteya Serokatiya Parlemantoyê hat hilbijartin.

Her di wê çarçovê de û berî rûniştina Parlemantoyê di 18ê Sibatê de Parlemanter û Kandîda YNKê bo posta Serokê Parlemantoyê Bêgerd Talebanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Şêwira me bi PDKê re berdewam e bo bigihin rêkeftinê.”

Talebanî got jî: “Heger li ser wan xalên nakok bi PDKê re gihîştin rêkeftinê, YNK dixwaze beşdarî civîna îro ya Parlemantoya Kurdistanê bibe û hêvîdar in bikarin bigihin rêkeftinê.”

Herwiha Bêgerd Talebanî aşkere kir, “Posta Parêzgarê Kerkûkê xala nakok a di navbera YNK û PDKê de ye.”

 

S. B