HPG kuştina fermandarekî xwe piştrast dike

Hêzên Parastina Gel (HPG) piştrast kir ku fermandarê wan ê herêma Xerzanê canê xwe ji dest daye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Parastina Gel (HPG) piştrast kir ku fermandarê wan ê herêma Xerzanê canê xwe ji dest daye.

Di derbarê mijarê de HPG ji malpera xwe ya fermî daxuyaniyek balav kir û da zanîn ku di 27ê Hezîranê de li bajarê Bedlîsê li bajaroka Hîzanê Arteşa Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê operasyonek esmanî bi rê ve biriye.

HPG piştrast kir, di encamê de berpirsê wan ê Herêma Xerzanê Sefer Acar nasnav Welat Gever û 6 gerîlayên din canê xwe ji dest dane.

Berî çend rojan, Wezreta Navxwe ya Tirkiyê ragihandibû ku berpirsê PKKê yê Xerzanê Sefer Acar ku navê wî di lîsteya sor de ye hatiye kuştin.

 

S. B